Muhammet Kurşun
04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
LONDRA
Serokwezîra Ingîltereyê Theresa Mayê diyar kir ku di nava 3 mehan de 3 êriş bûn û got: "Ji aliyê plan, mal û îcrayê ve di navbera êrişan de peywendî tuneye, lê em bawer dikin ku ev trendeke nû ye di tehdîdan de."
Mayê piştî civîna kabîneyê ya rewşa acil ku burokratên ewlehiyê jî beşdar bûn û li nivîsîngeha serokwezîriyê çêbû, daxuyanî da rojnamevanan.
Mayê got di êrişan de 3 êrişkar jî di nav de 7 kes hatine kuştin û 48 kes hatine birîndarkirin, herwiha rewşa gelek birîndaran jî xeter e.
Serokwezîrê destnîşan kir ku polêsan piştî îxbarê di 8 deqîqeyan de mudaxeleyî bûyerê kiriye û êrişkar bêtesîr kirine.
Mayê diyar kir ku di nava 3 mehan de 3 êriş bûn û got: "Ji aliyê plan, mal û îcrayê ve di navbera êrişan de peywendî tuneye, lê em bawer dikin ku ev trendeke nû ye di tehdîdan de. Teror terorê xwedî dike. Êrişkar jî ji hev îlhamê werdigirin û hev kopya dikin. Piranî jî çekên herî îbtîdaî bi kar tînin."
Mayê got di navbera êrişan de peywendî tuneye lê nuqtey wan a hevpar "tundiya Îslamî" ye û pê de çû: "Ev ji îdeolojiyeke ku bi Îslamê re nagunce diqewime. Ev îdeolojî Îslam û heqîqetê xelet dide nîşandn."