KERKÛK
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got: "Di şerê me yê li dijî rêxistina terorê DÎŞIyê de heta niha hezar şehîdê me ketin. Heke rêxistin Pêşmergeyên dîl yên di destê xwe de jî şehîd bike, hejmarê bigihêje hezar û 50yî. Lêbelê ji bo dijmin cezayê vê dê gelekî giran be."
Barzanî duh çû seredana Kerkûkê û li vir bi berpirsên siyasî û leşkerî yê bajêr re civiya. Civîna ku bêyî amadebûna çapemeniyê pêk hat bi qasî 3 saetan ajot. Axaftina Barzanî ya li vir li ser rûberga fermî ya Serokatiya HKIyê hat belavkirin.
Li gorî daxuyaniyê Barzanî ji bo ku li kêmasiyan binêre û pêdiviyan hîn bibe hat Kerkûkê. Barzanî bi bîr xist ku li Kerkûkê dijmin du caran derbe li wan xist û wiha pê de çû: "Lê belê ev nîşan nade ku dijmin gelekî jîr û serketî ye. Li vir xeletî û îhmalek dixuyê. Divê em van baş tesbît bikin. Di serî de dijmin ji hêla çekan ve li pêşiya me bû. Ev rast e. Lêbelê ev demek e ku çekên baş ketin destê pêşmergeyan jî. Em êdî hînî rêbazên dijmin jî bûn. Heger amadekariyeke rêkûpêk were kirin, ji destê dijmin tişte nayê. Ew heybet û îmaja wan a berê jî nema. DÎŞIya ku digotin têk naçe bi destê pêşmergeyan hat tarûmarkirin."
- "Firqeya 12an êdî nikare careke din were Kerkûkê"
Barzanî got ku behsa ji nû ve avakirina Firqeya 12emîn a girêdayî artêşa Iraqê ya ku cihê xwe terikand û Kerkûk radestî êrîşên milîtanên DÎŞIyê kir, dikin û wiha domand:
"Ez eşkere û vekirî dibêjim Firqeya 12an êdî nikare careke din were Kerkûkê. Êdî li Kerkûkê tu firqe nayê avakirin. Şaşitiyeke bi vî rengî dê careke din neyê dubarekirin. Rewşa niha bi xwîna şehîdên me pêk hatiye. Em ê destûrê nedin ku careke din midaxeleyê sînorên ku bi xwînê hatin kifşkirin bê kirin. Divê herkes vê realîteyê baş bizanibe û li ber çavan bigre. Gelê Kerkûkê dê biryara çarenûsa xwe bide. Her tişt dê bi rêya xweşbînî û diyalogê ve çareser bibe."
Barzanî diyar kir ku ew ê careke din bi tu awayî destûr nedin ku dijmin were Kerkûkê û heger ku bivê ewê hêzên teqwiye bişînin başûrê Kerkûkê û wiha dewam kir: "Li Kerkûkê Pêşmerge ne tenê kurdan her wisa dê ereb, tirkmen û xiristiyanan jî biparêze."
- Hebûna kurdan a li Kerkûkê
Barzanî destnîşan kir ku dixwazin li Kerkûkê kurdan wekî dagirker bidin nîşanê û wiha berdewam kir:
"Ez gelekî pêrgî gotina 'kurdan Kerkûk dagir kir' têm. Kerkûk bajarekî kurd û Kurdistanî ye. Kurd di serî de li vir bûn, gelê vî bajarî bûn. Pêşmerge li vir bû. Li ser vê mijarê nîqaş nabe. Me Kerkûk parast, ne ku dagir kir. Heke ne wisa bûya rewşa Kerkûkê dê bibûya mîna Tikrît û Mûsilê."