Haydar Şahin
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
BRUKSEL
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo bi destê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) nirxandina pirsgirêka Quds û Filistînê got, "Me teklîf kir ku payîzê piştî civîna lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Stenbolê forumek were lidarxistin. YE wekî prensîb erênî li vê mêze dike. "

Çavuşoglu li Serwêsa Têkiliyên Derva ya YEyê ya li Brukselê piştî civîna ku bi Federica Mogherîniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Derva ya YEyê, Yusif bîn Ehmed el-Useymiyê Sekreterê Giştî yê THÎyê û Riyad el-Malikiyê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê ra kir daxuyanî da.
Çavuşoglu diyar kir ku civîn kêrhatî derbas bû û wiha axivî: "Wekî YE û THÎyê me îro mijarên ku em li ser hev nakin û pirsgirêk nirxandin. Mijarek jî pirsgirêka Quds û Filistînê bû û me li ser xeberda ku gelo li dijî biryara Amerîkayê ka em dikarin çi bikin. Wekî mayîn me zêdekirina alîkariyên mirovahî yên didin Filistînê û telafîkirina alîkariyên ku Amerîkayê birî nirxand."
Wezîr Çavuşoglu got YEyê û Tirkiyeyê teyîd kirin ku çareseriya dudewletî dixwazin û wiha pê da çû: "Me teklîf kir ku di navbera YEyê û THÎyê da forumekê li dar bixin. Hevalên me ew ê li ser ast, mijar û dema forumê biaxivin. Me teklîf kir ku payîzê piştî civîna lijneya giştî ya NYyê li Stenbolê forumek were lidarxistin. YE wekî prensîb erênî li vê mêze dike."