Haydar Şahin
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
EL-XELÎL
Hat ragihadin ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî cesedê 2 zarokên ji ber şiliyê di avê da xeniqîne hat dîtin.
Di daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê da destnîşankirin ku li El-Fewara Kampa Penaberan a li El-Xelîlê cesedê 2 zarokan ji Filistînê di avê da hat dîtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, cesedê Yezen Hana es-Sarahne û Ehmed Semîh Sarahne hat dîtin û hat ragihandin ku herdu zarok ji roja pêncşemê virda winda bibûn.
Li Filistîn û Îsraîlê ji roja çarşemê vir da şiliyeke gur dibare, ji ber şilî û bagerê zirareke mezin çêbû.
Duh jî hatibû destnîşankirin ku li Îsraîlê otobêsa xwendekarên amadehiya leşkeriyê dikirin tê da bûn welgeriya, 9 xwendekarên ku bi ro da çûn xweniqîn, xwendekarek jî winda bû.