Türkan Tosun
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
STOCKHOLM
Serokê Herêma Çepkir a Yekîtiya Dêrê ya Swêdê Stefan Lîndquîst li ser medyaya civakî makaleyeke bi navê "Misilman çîqas bitaluke ne?" weşand û got: "Misilmanekî ji min ra hêkên teze anîn. Yekî din li halê min pirsî. Yekî din jî ji ber ku wesayîta min di temîrê de ye got ez li ku bixwazim ew dikare min bibe wir. Ez misilmanekî her tim xwarinê dibe mala hevalekî xwe yê ku pereyê wî tune, nas dikim. Misilman bi rastî jî çiqas bitalûke û nebaş in."
Lîndquîst di meqaleya xwe de Misilman û Swedî berawird kir û wiha got: "Ez tu carê bawer nakim ku Swêdiyek bê pere hêkan bide kesekî. Kîjan Swedî bi hefteyan xwarinê dibe mala hevalekî xwe yê pereyê wî tune? Misilman bi rastî jî pir bitalûke ne."
Lîndquîst pesmê Misilmanan da û bangî Swediyan kir ku ew çavên xwe vekin rastiyê bibînin û dewam kir: "Min ferq kir ku dostên min ên Misilman yên nazik û camêr hene. Jê gelek xwedî dilên paqij in ku ez heman tiştî di Swediyekî de nabînim. Min tu yekî de nefret nedît. Bi ya min tevgera me ya li hember mirovan pir girîng e. Heke hûn mirovan qebûl bikin û di jiyana xwe de cih bidin wan hûnê hezkirinê bibînin. Lê em tehemûl nakin ku rojê çend deqîqeyan ji hoparlorê bang bê kirin."
Meqale li ser medyaya civakî zêde hat ecibandin û parvekirin.