QAHÎRE
Ji Rêxistina Birayên Misilman(Îxwan) Eşref Abdulgaffar ku berpirsê çalakiyên ku di cejnê de dê li Meydana Nahdayê bêne kirin, got ku şoreş dewam dike û wiha pê de çû: "Tu kes dê meydanan neterikînin. Ji bo cejnê em ê neçin bajarên din. Lewma em malbatên xwe dawetî Meydana Nahdayê dikin. Em ê cejnê bi wan re weke mîhrîcanekê pîroz bikin. Him ji bo zarokan him jî ji bo mezinan dê lîstik bêne lidarxistin. Xwepêşanên hunerî dê bêne çêkirin û konser bêne dayîn. Dê çalakî 3 rojan bidomin."
Abdulgaffar, ji AAyê re daxuyand ku dê çalakî 3 rojan bidomin û wijha axivî: "Çalakî, dê piştî nimêja cejnê dest pê bikin. Li meydanê çi dijberê derbê çi jî alîgirê derbê her kî ji bo îbadetê hatibe û di rê re derbas bibe yan jî mêvan be; em ê bi wan re taştê bixwin."
Abdulgaffar, wiha dewam kir: "Heta ku dawxazên gel ên meşrû pêk neyên, Serokomarê hilbijartî yê Misrê Mûhammed Mûrsî, venegere li ser kar, yên ku li dijî hiqûqê hatine binçavkirin neyên berdan, em ê meydanan neterikînin."