DIYARBEKIR
Li Diyarbekirê milyarek dolar tazmînat dan 31 hezar û 282 kesên ku ji ber pevçûnan zirar dîtin.
Di çarçoveya 5233 Qanûna Saxkirina Zirarên Têkoşîna li Dijî Terorê de ziyana kesên ku di pevçûnan de xanî, kargeh, wesayît û eraziyên wan şewitîn an jî xizmên wan mirin û wenda bûn, tên tanzîmkirin.
Li Diyarbekirê piştî ku ev yasa di sala 2004an de bû qanûn û şûnde 51 hezar û 384 kesên ku di nava 30 salên dawîn de mexdûr bûn ji bo ku zirar û ziyana wan bê tanzîmkirin serî li walîtiyê dan.
Piştî lêkolîna Komîsyona Tespîta Zirarê miemeleya 51 hezar û 230 dosyeyan temam bû û encama 31 hezar û 282yan erênî û ya 19 hezar û 948an jî neyênî encam dan.
Bi biryarên dûmahîkê yên ji heman çarçoveyê ve hejmara biryaran derket 55 hezar û 626an.
- Ji bo 31 hezar û 282 kesan biqasî milyarek dolar tazmînat"
Li gorî agahiya ku ji Walîtiya Diyarbekirê hat stendin, ji bo kesek bikaribe ji qanûna 5233yan sûd werbigire piştî qewimîna mexdûriyetê û şûnde divê di nava 60 rojî de serî li walîtiyê bide.
Ji bo ku serîlêdan bê nirxandin divê di bûyernameya ku dê ji meqamên eleqedar werin wergirtin de mecbûr e ku îbareya "bûyera terorê" tê de hebe.
Ji bo lêkolîna serîlêdanên bi vî rengî jî qanûn dibêje ku divê Komîsyona Tespîtkirina Ziyanê di nava 6 mehan de lêkolîna xwe biqedîne.
Bi welatiyên ku tezmînata komîsyonê qebûl dikin re "sulhname" tê îmzekirin.
Di vê çarçoveyê de li Diyarbekirê milyarek dolar dan 31 hezar û 282 kesên ku di nava 11 salan de serîlêdana wan erênî hat qebûlkirin.
- Tê plankirin ku miemeleya 154 dosyeyên li ber dest di nava 5 mehan de kuta be
Welatiyên ku tezmînat kêm dîtin û yên ku mexdûriyeta wan di çarçoveya bûyera terorê de nehat qebûlkirin jê 9 hezar û 452 kesan li Dadgeha Îdariyê doz vekirin.
Ji van dozan dosyeya 9 hezar û 195 kesan encam dan. Ji van jî ji 6 hezar û 936 dosyeyan re di lehê îdareyê de û ji 557 dosyeyan re jî di aleyhê îdareyê de biryar hat dayîn.
Heke ku serîlêdanên nû çênebin dê miemeleya 154 dosyeyên li ber dest di nava 5 mehan de kuta be.