Sevim Hatun
20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
ŞAM
Li Sûriyeyê 377 giregirê Kurdan ragihand ku hejmara kurdên ji ber polîtîkayên hegemonyal ên ku PKK/PYDya rêxistina terorê li herêmê birêve dibe koç dikin, ji milyonekê derbas kir
Li daxuyaniya ku li ser îmzeya 377 kesên ku di nav wan de siyasetmedar, aktîvîst, parêzer û mensûbên çapemeniyê hene, polîtîkaya rêxistinê ya ev 30 sal in tê birêvebirin hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêxistin "êxtiyar û zarokan bi darê zorê dike binê çek, bacê distîne, pêşî li çapemeniyê digire, sîstemeke perwerdeyê ya îdeolojîk dixwaze bike rewacê, mirovan birçî dihêle" û ji ber vê yekê gelê kurd ê li herêmê mecbûr dîmîne koç bike. Herwiha hejmara kurdên mecbûr man ji herêmê birevin ji milyonekê derbas kir."
Bang li civata navneteweyî hat kirin ku di vê mijarê de berpirsiyariya dikeve ser milê wê bi cî bîne.