Muhammet Kurşun
19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
ÎSTANBUL
Midûrê Tora Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR) Fedl Ebdulxenî, ragihand ku yên li Sûriyê ji bomberdûmanê xelas dibin ji aliyê rejimê ve tên girtin û îdamkirin.
Ebdulxenî, rewşa dawîn a Sûriyê ji bo peyamnêrê AAyê ragihand û diyar kir ku piştî agirbestê bomberdûman kêm bûne lê bi yekcarê xelas nebûne.
Ebdulxenî got ku agirbest ne tenê rejima Esed, herwiha ji aliyê Rûsyayê ku garantor e jî tê binpêkirin û wiha axivî: "Piştî hewlên Tirkiyê di êrişên Rûsyayê de kêmbûneke berbiçav çêbû lê bi temamî nesekinîn."
Wekî din der barê îdaman de jî Ebdulxenî wiha agahî dan:
"Ji bo kesên dê werin bidarvekirin biryar di çend deqîqeyan de tê girtin. Mehkeme bi temamî li derveyî qanûnan in. Biryarên îdamê jî berevajî hiqûqa navneteweyî û peyman in."
Li gor rağora SNHRyê sala 2016an 447 sûriyeyî bi îşkenceyê hatin kuştin.
Herwih hat ragihandin ku girtiyên di destê rejimê de 448 jin, 252 zarok bi tevahî herî kêm 7 hezar û 543 kes in. Sala 2011an jî 41 jin, 161 zarok, bi tevajî 12 hezar û 882 kes ji ber îşkenceyê mirin.