QAHÎRE
Wezîrê Parastinê yê Misirê Abdulfettah es-Sîsî daxuyanî da rojnameya siyasî ya Quweytê. Sîsî pirsên rojnamevanan ên der barê 'dê bibe namzedê serokomariyê an nebe' de bersivand. Sîsî wiha got:
"Gel dixwaze ku ez bibim namzed. Min nekarî li dijî vê daxwaza gel tevbigerim."
Sîsî got ku ev demeke rewşa Misirê derasayî ye û wiha dewam kir: "Misir welatekî bi hêz û bi qewet e. Wezîfeya serokomartiyê wezîfeyeke giran e. Ji bo ez bi rêkûpêk wezîfeya xwe bînim cih û bi ser bikevim, divê gel piştgiriyê bide min. Ji bo pêşerojeke çêtir divê em bi hev re bixebitin."