BEXDA / MÛSÛL
Li Iraqê di bûyerên tundiyê yên dawîn de yek jê polês bi tevahî 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.
Li Mûsûla bajarê Iraqê jî bûyerên tundiyê qewimîn. Di bûyerên tundiyê de êrîş birin ser qerekola polêsan û hin derên din. Di van êrîşan de polêsek mir û 5 polês jî birîndar bûn. Ji ber van bûyeran li Mûsûlê derketina kuçe û kolanan hat qedexekirin.
Li herêma Cîsr Diyalaya Bexdayê êrîşa bibombeyî hat kirin, di erîşê de 8 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan li herêma Cîsr Diyalayê du wesaîtên bombebarkirî hatin teqandin. Di bûyerê de 8 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.