SULEYMANIYE
Parlementerê Iraqê yê ji lîsteya Goranê Heval Kostanî di 18ê tîrmeha 2013an de serî li Komîteya Nobelê xist ku Abdûllah Ocalanê di girava Îmraliyê de girtî ye û cezayê heta hetayê danê ji bo Xelata Aştiyê bistîne bibe namzet. Kostanî wiha got: "Komîteya Nobelê ne namzetiya Ocalan derew derdixe û ne jî dibêje rast e."
Kostanî, der barê vê mijarê de li Nûnertiya Silêmaniyê ya Parlamentoya Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist. Kostanî daxwaznameya ku şandiye Komîteya Nobelê û nameya ku ji komîteyê ji wî re hatiye şandin nîşanî rojnamevanan da.
Kostanî, daxuyand ku nameya Ocalan a Newroza par ya ku ji bo aştiyê bangî gelê kurd û tirk dikir bandoreke mezin li ser wî kir û wî ji ber vê serî li komîteyê da. Kostanî wiha axivî: "Ji bo ku Ocalan wek namzetê Xelata Aştiyê bê nîşandan min di 18ê tîrmeha 2013an de serî li Komîteya Nobelê ya Norveçê da. Armanca min ew e ku aştî pêk bê."
Parlementer Kostanî daxuyand ku bersîva komîteyê ya ji bo serlêdana wî di 9ê nîsanê de gihîşt destê wî û wiha got:
"Ev name nameyeke standart a ku ji her kesî re tê şandin e. Ji bo kesan taybet e. Di namêyê de wiha hatiye nivîsandin. 'Peyama namzetê ku we ji me re pêşniyaz kiriye gihîşte destê me. Îsal 276 namzet hatine nîşandan. Kesê ku xelatê bistîne dê 10ê cotmeha 2014an de bê eşkerekirin.' Di nameyê de kî namzete tu carî nayê eşkerekirin. Komîteya Nobelê ne namzetiya Ocalan derew derdixe û ne jî dibêje rast e. Ne diyar e. Di vê mijarê de ez xwedî agahiyê bihurgilî nînim. Nameya ku gihîşte destê min nameyeke standart e û di hemûyan de jî ji xwe nav nayê gotin. Lê tiştekî wiha jî heye, heke ew kesê ku nav pêşniyaz kiriye re nameyek neyê şandin, ev tê wê wateyê ku ji xwe kesê ku hatiye pêşniyazkirin wek namzet nehatiye qebûlkirin."
Kostanî got ku aştî ji şer zortir pêk tê û wiha got: "Ji bo aştiyê min Ocalan wek namzetê Nobelê nîşan da."