27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
STOCKHOLM
Li Stockholma paytexta Swêdê, Osloya paytexta Norveçê û Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê nimêja sê wextan di nav sê saetan da tê kirin.
Cîhat Kullayê ku li Stockholmê berpirsê Mizgefta Mezin a Fîttjayê ya girêdayiyê Serokatiya Karên Diyanetê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Stockholmê nimêja nîvro, esir û mexirbê di nav sê saetan da dikin û piraniya cimeta ku tê mizgeftê nimêja xwe ya çar wextan dikin û wisa vedigerin malên xwe.
Kullay bal kişand ser şevên dirêj ên zivistanê û wiha pê da çû: "Em niha di nav rojên herî kin ên zivistanê da ne. Li gor salnameya ku Serokatiya me ya Karê Diyanetê amade kiriye da em îro li Mizgefta Mezin a Fîttjayê nimêja nîvroyê di saet 11.55an, nimêja esrê di 12.48an, nimêja mexirbê jî di saet 14.54an û ya eşayê jî di saet 16.57an da dikin. Yanî em dikarin bibêjin ku bi destnimêjekê nimêja çar wextan eda dikin. Li vê derê tav roj di saet 08.45an da derdikeve û em nimêja serê sibehê jî nîv saet beriya derketina rojê dikin."
Li bajarê Kîrûna û Tromesê di nav du saetan de 3 wext nimêj tê eda kirin.
Kullay got ku misilmanên li bajarê Kîrûnayê ku dikeve aliyê bakûrê Swêdê di nav du saetan de 3 wext nimêjê eda dikin û wiha dewam kir: "Li Kîrûna ku hezar kîlometre dikeve aliyê bakûrê Stockholmê nimêja nîvroyê di saet 11.46an de, 20 deqîqe şûnda nimêja esrê û saet 13.50 da nimêja eşayê tê edakirin. Nimêja mexrîbê jî saet 15.52yan de tê edakirin. Misilman di nav du saetan de 3 wext nimêjê eda dikin."
Kullay got ku bi taybetî misilmanên dixwazin şevên dirêj ên zivistanê îbadet bikin rojiyê jî digirin û wiha dewam kir: "Di mehên havînê de misilmanên li vir meha rojiyê 21 û 22 saetan rojî digirt. Di mehên zivistanê de ev mawe dadikeve 8-9 saetan."
- Ezê çar wext nimaja xwe eda bikim û vegerim
Musa Karadagê ajokarê otobêsê ku 35 salin li Swêdê dimîne got: "Îro betlana min e. Ez saet 11.30an de hatim mizgeftê. Hê saet nebûye 16.00 me sê wext nimêja xwe kir. Saetek din ezê nimêja xwe bikim û vegerim malê."