Ekip
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
ANKARA
Li Myanmarê artêş û bûdîstên nijadperest ji 25ê tebaxê vir va êrîşên xwe yên li hemberî misilmanan didomînin û 6 hezar û 300 misilmanên ji Arakanê ku ji ber zilm û tedayiyê reviyan niha li herêma bêalî ya ser sînorê Bangladeşê sekinîne.
Li gor nûçeya rojnameya "The Dailystar"ê ku li Bangladeşê tê weşandin piranî jê zarok û jin nêzî 6 hezar û 300 misilmanên ji Arakanê ji 27ê tebaxê vir va li herêma bêalî ya Naikhyangchhariya ser sînorê Bangladeşê ye disekinin.
Hin lazmatiyên tibî û mirovahî yên misilmanên ji Arakanê ku ji ber zilm û zordariyê reviyane jî ji hêla Mihafizên Sînor ên Bangladeşê va tên helkirin.
Misilmanên li vê derê dimînin ji bo dan û standinê dikarin herin bajarê Tambrû Bazarê lê divê paşê vegerin herêmê.
Kabir Ahmedê ku ji herêmê Panicharaya li ser Maungdawê hatiye got: "Em ji bo heta dawiya emrê xwe li vir bimînin nehatin. Heke hikûmeta Myanmarê stauya welatîtiyê bide emê vegerin ser mal û milkên xwe."
Mislimanên ji Arakanê dibêjin ku hikûmeta Myanmarê mayînan di sînorê Bangladeşê da bi cî dike û gelek kesan pêlî kirin û ji ber vê ezayên bedena xwe winda kirin.
Arif Ehmedê cînarê Sabikunnahar ê 45 salî yê ku di serê îlonê da pêlî mayînê kir û herdu nigên wî qetiyan qala serpêhatiyên xwe kir û wiha axivî:
"Me nizanibû ku li ser xeta sînor mayîn hene. Li nexweşxaneya li Chittagongaya bajarê Bangladeşê mehekê tedawî bûm. Çend roj berê hatime herêma bêalî."
Nurul Amîn jî diyar kir ku di 27ê tabaxê da bi 5 kesên ji malbata xwe ra gihîştin Naikhyangchhariyê.
Amîn got, "Em naxwazin êdî li herêma bêalî bisekinin. Em dixwazin derbasî kampan bibin (Yên li Cox Bazarê). Artêşa Myanmarê mayînan di xeta sînor da bi cî dike. Kurê min ê 10 salî çaxê ji sînor derbas dibû pêlî mayînê kir û birîndar bû, rewşa wî giran e û hê jî pak nebûye."