Türkan Tosun
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
NEW YORK
Misilmanên li Emrîkayê li ber Nunertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Myanmarê kom bûn û qetlîamên li herêma Arakanê protesto kirin.
Adem Carrollê Berbirsiyarê Bernameyên NYê ya Hêza Wezîfeyê ya Burmayê di protestoyê de axivî û hikûmeta Myanmarê rexne kir.
Carroll bangî misilmanan kir ku bila ew tiştekî bikin û wiha axivî: "Rewşa li Arakanê her ku diçe xirab dibe. Hêrsbûn têrê nake, înşallah emê bikaribin bernameyeke çalakiyê bikin."
Carrol got NY tiştekî nake, hikûmeta Myanmarê jî li NYyê xwe dide pişta Çînê û biryarên ku naxwaze li Konseya Ewlehiyê nade qebûlkirin."
Komê dirûşmên wek "Komkujiyê bidin sekinandin", "Em şerê we yê bixwîn naxwazin" berz kirin û ji bo misilmanên arakanî dia kirin.
Artêşa Myanmarê ji ber hinceta têkoşîna dijî milîtanên biçek êrişî sivîlên arakanî dike. Ji 25ê Tebaxê vir va bi hezaran misilman hatin kuştin. Rêveberiya Myanmarê destûrê nade ku tu kes bikeve herêmê, ji ber vê hejmara sivîlên ku mirine bi eşkere nikare bê tesbîtkirin.
Di êrişan de ji 150î zêdetir gund bi destê artêşê û neteweperestên budîst hatin şewitandin. Bi deh hezaran misilmanên arakanî bi tirsa canê xwe ji herêmê dûr dikevin. Sivîlên ku ji Myanmarê direvin ji herêmên çiyayî, çemê Nafê an jî behrê derbas dibin û xwe digihînin Bangladeşê. Ji 25ê Tebaxê vir va ji 290 hezarî zêdetir misilman çûn Bangladeşê.