Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Ebdilfettah Sîsiyê Serokomarê Misrê diyar kir ku welatê wan li Lîbyayê piştgiriyê dide Xelîfe Hefter.
Di daxuyaniya Serokomariya Misrê da hat destnîşankirin ku Sîsî li ser têlefonê bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra axivî.
Hat ragihandin ku di di axaftinê da li ser mijarên herêmî yên girîng, geşedanên li Lîbya û Sûdanê sekinîn.
Sîsî di axaftinê da diyar kir ku Misir piştgiriyê dide ewlehî, îstiqrar û yekîtiya Lîbyayê, welatê wan piştgiriya Xelîfe Hefter dike.
Trump jî got ku krîza li Lîbyayê ewlehiya hemû herêmê tehdîd dike, rewşa nika dibê demildest were serastkirin.
Hat gotin herdu alî xwedî heman fikrê ne ku dibê li ser mijara Lîbyayê xebatên hevpar werin kirin.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li ser geşedanên li Sûdanê jî axivîn.