Hakan Çopur
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina xwe ya bi Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemî ra da zanîn ku dê Xezeyê "hildin bin bandora Amerîkayê" û got ku "Em ê Xezeyê dewr bistînin û wir di destê xwe da bigirin."
Serokê Amerîkayê Trump berî hevdîtina xwe ya bi Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemînê ku li Qesra Spî ezimand li Ofîsa Girover ji rojnamevanan ra Xeze nirxand.
Trump plana xwe ya der barê Filistîniyên li Xezeyê bişîne welatên cîran ên wekî Misir û Urdinê bi bîr xist û diyar kir ku Xeze ciheke wisa ye ku mirov nikare lê bijî, divê ji nû va bê avakirin.
Trump der barê gelo Amerîka dê Xezeyê bikire yan na da nirxandin kirin û got ku "Li wir tişteke bê kirîn tune. Em ê Xezeyê dewr bistînin û wir di destê xwe da bigirin. Em ê dawiya dawî ji bo mirovên li Rojhilata Navîn projeyeke ku gelekî derfeta kar derxîne tetbîq bikin. Bi ya min ev der dikare bibe almastek."
Trump li ser pirsa gelo Amerîka dê Xezeyê çawa di destê xwe da bigire got ku "Dê di bin rayeya Amerîkayê da be."
- Qral Ebdullah bitedbîr axivî
Ji hêla din va Qralê Urdinê Ebdullah hember daxuyaniyên Trump ên der barê Xezeyê da bi awayekî hayjixwe û bitedbîr axivî û nirxandinên zelal nekirin.
Qral Ebdullah diyar kir ku Erebistana Siûdî û Misir jî di nav da welatên Ereb di mijara Filistîniyan da ji bo ku planeke kêrî her kesî bê tetbîq bikin hevdîtinan dikin û divê li benda van hevdîtinan bin.
Qral Ebdullah nirxandina "Em li bendê bimînin ku Misirî nêrîna xwe bibêjin." kir.