QAHÎRE
Ji dema Husnu Mûbarek û vir ve birêvebiriya Misrê ji bo welatiyên tirk destûr dida ku ew li ber deriyê sînor vîzeyê bistînin. Lê ev hêsanî bi ser biryareke nû hat betalkirin.
Li gor daxuyaniya berpirsyarên Balyozxaneya Qahireyê yê Tirkiyeyê, birêvebiriya Misrê ji bo welatiyên Tirk û 50 welatiyên welatên din bi yekalî li ber deriyê sînor vîzestendin betal kir.
Welatiyên Tirkiyê û yên ku li welatên din dijîn xwestin ku herin Misrê ji ber ku di pasaportên wan de vîze tuneye, hilnedan balafirê. Misrê demeke berê jî ji bo welatiyên Sûriyê, Filistîn û Yemenê bi hêsanî li ber derê sînor vîze distendin bi yekalî betal kiribû.
Balyozxaneya Qahireyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji 26ê tîrmehê û vir ve rêvebiriya Misrê ji bo welatîyên tirk yên ku temenê wan 20-45 salî li bajarên Îskenderiye, Hurgada û Şarm Eş-Şeyxê vîzeya pûla ya yekserî dane sekinandin.
Welatiyên Tirkiyeyê û yên ku ji gelek welatên din tên li ser vê biryarê ji balafirgehê vegeriyan.
Ji hêla din welatiyekî tirk Yusuf M. daxuyanî da nûçevanê AAyê û got ku îro li Balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê ji ber ku vîzeya wî ya Misrê tuneye, ew siwarê balafirê nekirine û gelek kes jî wek wî bi paş ve hatine vegerandin.
Wezareta Karên Derve ya Misrê daxuyanî da û ragihand ku ji bo welatiyên Tirkiyê di vîzestendinê de tu guherînek çênebûye.
Nûçevanê AAyê ji Wezareta Karên Derve ya Misrê agahî stend û li gor agahiyê li balafirgehê vîzestendin ji bo qefleyan e û ji ber ku tûrîzm hinek pêş bikeve, ev biryar hatiye dayîn. Hat ragihandin kesên ku bi ferdî dixwazin werin Misrê, divê ji Balyozxane û Konsolosxaneyên Misrê vîzeyê bigrin.