DERA ÎSMAÎL
Milîtanên Talîban êrîşî girtîgeha Dera Îsmaîlê ya ku li bakûrêrojavayê Pakistanê. Hat diyarkirin ku milîtanan ji bo firarkirinê, herî kêm alîkariya 250 mehkûman kirine.
Rayedarên herêmî dest nîşan kirin ku di êrîşan de 6 polês, 6 mehkûmên Şîî û 2 kesên sivîl mirin, 15 polês jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku ji mehkûmên reviyane 25 kes "terorîstên xeternak" in.
Duh êvarê nêzî 70 milîtanên Talîbanê bi wesayît û motosîklêtan hatin û bi teqemeniyan ve hin dîwarên girtîgehê hilweşandin. Bi megafonê navê mehkûmên ku xwestin birevînin xwendin.
Berdevkê Talîbanê Şahîdûllah Şahîd bilêv kir ku ew vê bûyerê digrin ser xwe û îdia kir ku 150 milîtan beşdarî vê êrîşê bûn û wan jî nêzî 300 mehkûm serbest berdan.
Milîtanên Talîban di avrêla par de jî avêtibûn ser girtîgeha li Bennûyê û bi alîkariya wan 400 mehkûm ji girtîgehê reviyabûn.
Ev bûyera li Pakistanê bûyerên din yên ku li welatên din jî diqewimin tîne bîra mirov.
Ji girtîgeha Kuweyfiye ya bajarê Bîngazî ya Lîbyayê jî di serhildana hefta borî de 934 mehkûm reviya bûn.
Li Iraqê jî hefta çûyî de jî avêtibûne li ser girtîgehên Ebû Xûreyb û Taciyê û 815 mehkûman firar kiribûn.