Fatih Gazioğlu
27 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî bi Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî re hat bal hev.
Hevdîtin li paytext Kabulê li Qesra Serokomariyê hat kirin.
Mogherînî û Xanî piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Mogherînî got ku ew ê li Efxanistanê ji bo aştiyeke mayînde tiştê ji destê wan tê ew bikin û piştgiriyê bidine wan.
Mogherîniyê got divê Taliban û hikûmeta Efxanistanê bên bal hev û ji bo vê jî divê lijneyek were avakirin.
Mogherîniyê diyar kir ku welat niha ji heyameke hesas ra derbas dibe û xebatên ji bo aştiyê dewam dikin.
Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî jî got li dinyayê bi şer û tehdîdan êdî tu pirsgirêk nayên çareserkirin û divê hemû mesele bi mizakereyan bên çareserkirin.