Serokkomarê hilbijartî yê ewil yê Misrê Muhammed Mursiyê ku piştî derbeyê hatibû girtin bi taxim û qravêtê hate dadgehê.
Li gor agahiyên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) Mursî lixwekirina cil û bergên girtiyan yên "spî" red kir.
Hat ragihandin ku Mursî îmzekirina ewraqên fermî yên dozê jî red kir.
Mursî di dadgehê de "îşareta Rabîayê" kir û gote serokê dadgehê "Serokê te yê meşrû ez im, yê ku hukmê wî betal e jî tu yî."