Türkan Tosun
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
WASHINGTON
Karsaz Elon Muskê ku roketa tîcarî ya herî xurt a dinyayê bi wesayîteke sporê ya ku marqaya wê Tesla ye va şande fezayê, reklameke pir baş kir û ev reklam bi pereyan nayê kirin.
Rêvebirê Payebilind ê şirketa Teslayê Elon Musk di sala 2002yan de şirketeke din a bi navê SpaceX ava kir.
Roja sêşemê SpaceXa ku xwediyê wê Musk e roketa bi navê Falcon Heavy ji Navenda Fezayê ya Kennedyê bê pirsgirêk şand fezayê. Bihayê şandina roketê 90 milyon dolar e.
Li ser medyaya civakî şopînerekî Musk pirsî ku çima wî wesayîta Teslayê ya sporê feda kiriye. Musk ev pirs wiha bersivand: "Wesayîteke di fezayê de heta hetayê bimîne dibe ku piştî milyon salan ji hêla mexlûqên li fezayê dijîn va bê dîtin. Xeyala vê ji bo min dibe sedema kelecanê."
Pisporên piyaseyê dibêjin şirketa Teslayê di heyama dawîn de ji hêla aboriyê va zehmetiyê dikşîne, lê ev tevgera Musk ji bo Teslayê bû reklam û nasandineke baş.
Malpera Edmundsê li Amerîkayê yek ji malpera înternetê ya herî mezin e ku wesayîtan difroşe.
Jessica Caldwella Dîrektora Analîzên Endustriyê ya Edmundsê ji AAyê re got felsefeya jiyanê ya Musk ew e ku dixwaze nîşan bide li dinyayê ya nemimkun, mumkin e.
Caldwellê got di nav roketê de bicihkirina wesayîteke spor a ku Teslayê çêkiriye reklameke pir mezin e û bi pereyan meriv nikare bike.