Abdullah Tel
30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
NEW YORK
Di daxuyaniya Teslayê ji muşteriyên xwe ra şand da hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêka di dîreksiyona Model Syê da peyda bûye gazî hemû modelên beriya Nîsana 2016an hatine çêkirin, kirin.
Daxuyaniyê da hat ragihandin ku di rojên sar da wextê rê tên xwey kirin ew kalsîyûm û magnezyûm diranên ciwateyên dîreksiyonên wesayîtên Modesl Syê dihelînin û ev yek jî di wextê ajotin û parq kirinê da dibe ku ji bo şofêran bibe sedema zehmetiyan.
Hat destnîşankirin ku ji ber pirsgirêka pêk hatî heta îro tu qeza pêk nehat û Tesla jî wê bi muşteriyên xwe ra têkiliyê deyne û guherandina perçeyên hewce dikin, hel bike.
Piştî daxuyaniyê di borseya New Yorkê da bihayên serê hîseyeke Teslayê ku 266,13 dolar bû nêzî saetên dawîn ên kar daket 255,55 dolaran nirxa wê ji sedî 4 kêm bû.
Şirketa Teslayê berê jî ji ber pirsgirêkek din gazî 140 hezar wesayîtên xwe kiribû.