ÎSTANBÛL
SMDKyê, li Îstanbûlê Civîna Lijneya Giştî ya 9emîn li dar xist. Di roja duyemîn a civînê de Ahmed Salîh Tûma bi 75 dengên "erê" wek serok hat hilbijartin. 10 endamên Sekretariya Giştî ji bo serokatiya Tûma rayên "na" bikaranîn û 12 endaman jî rayên xwe bikarneanîn.
Tûma, piştî ku wek serok hat hilbijartin derket ber çapemeniyê û wiha got: "Ji bo ku zilma li welat bê bidawîkirin û rewşeke çêtir û jiyaneke baştir bê avakirin, em ji gel piştgiriyê dixwazin. Di pergala nû de girtiyên bêsuc dê ji girtîgehan bên berdan. Welatiyên Sûriyî dê mafên xwe yên hemwelatiyê bi dest bixin."
Tûma diyar kir ku li herêmên ku ji destê rejîmê derketine û azad in, ji bo rêvêberiya wan dê stratejiyên nû bên sepandin. Artêşa Azad ya Sûriyê jî dê di bin banekê de bên komkirin.
Ahmed Salîh Tûma, di sala 1965an de li bajarê Deyr'ûz-Zorê hat dinê. Li mizgefta Hamîdiyê du salan xatibî kir. Di sala 2001an de beşdarî Komîteyên Îhyaya Civakên Sivîl bû. Di sala 2005an de, di nav avakerên Tevgera Guherîna Demokratîk a Neteweyî ya Şamê de cih girt û ji bo vê tevgerê nûnertiya Deyr'ûz-Zorê wî kir. Di sala 2007an de ji bo Sekreteriya Giştî ya Meclîsa Neteweyî ya Deklerasyona Şamê hat hilbijartin. Paşê ew û 12 hevalên wî hatin binçavkirin û du salan girtî man. Dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, li aliyê muxalîfan cih girt û seroktiya kampanyaya "Em Hemû Piştgiriyê Didin Şamê" kir.