HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) wexta serokatiya Mesûd Barzînî di 20ê Tebaxê de diqede û ji bo dirêjkirina wexta wezifeyê, hevdîtinên lihevkirinê yên ku di navbera partiyên siyasî de tên kirin jî didome.
Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) a ku Barzanî serokê wê ye dixwaze qewlê wezîfeya Serokê HKIyê bê dirêjkirin. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê jî li dijî vê fikrê nînin, lê dixwazin rayeyên Barzanî bên kêmkirin û di şûna wê de jî hikûmet û parlemento bên xurtkirin. YNK û Goranê ji bo vê fikra xwe di 23ê Hezîranê de "pêşnûmaya qanûna serokatiyê" pêşkêşî parlementoyê kirin lê rûniştin ji ber botkota parlementerên PDKê û tirkmenan ve nehat kirin.
Ji ber vê tevgerê rageşiya di navbera PDK, YNK û Goran a ku şirîkê hikûmetê ne de zêde bû û li ser vê jî Barzanî daxuyaniyek da û hemû partiyên siyasî hişyar kir û bal kişand ser lihevkirina ku di hikûmetê de pêk hat got ku lazim e ji bo nîqaşên ser serokatiyê û amadekirina xalên makezagona nû de jî heman hesasiyet bê nîşandan.
- "Daxwaza ku "bila hilbijartin ji hêla parlementoyê ve bê kirin"
Hilbijartina serok a ji hêla gel û yan jî ji hêla parlementoyê ve di navbera PDK û Goranê de bû sedema nîqaşê. PDK dixwaze ku pergala niha ya ku serok ji hêla gel ve tê hilbijartin bila dewam bike lê Goran û YNK li dijî vê fikrê ye û dixwazin ku bila serok ji hêla parlementoyê ve bê hilbijartin.
PDK jî ji bo ku parlementoyê bîne ser fikra xwe YNK û Goran ne tê de bi Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû), Partiya Civakî ya Îslamî (Komela Îslam), parlementerên tirkmen û xiristiyan re hevdîtinê dike û dixebite. Niha 38 parlementerên PDKê hene û ji bo ku bikaribe Barzanî careke din wek serok hilbijêre jê re bi tevahî 56 parlementer lazim in. Di parlementoyê de 11 parlementerên tirkmen û xiristiyanan hene û wisa tê texmînkirin ku Yekirtûya xwediyê 10 parlementerî jî wê piştgiriyê bide PDKê.
- Hewlên PDKê ên ji bo lihevkirinê
Serokwezîr û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji bo nîqaşên li ser serokatiyê zêde nebin YNK, Goran, Yekgirtû û Komela Îslam û komên kêmnetewe yên di parlementoyê de ne ziyaret kir. PDKyê bi vê hewla xwe nîşan da ku ew dixwaze peyama lihevkirinê bide. Piştî wê serdanê têkiliyên di navbera hemû şirîkên hikûmetê de piçekî çêtir bû. Di civînên ku li Hewlêr û Silêmaniyeyê hatin lidarxistin de li ser xalên makezagon û qanûna hilbijartinê ya ku ji bo rêveberiya herêmî tên amadekirin hat sekinîn. PDKê fikr û ramanên partiyên din jî guhdar kir û nîşan da ku ji bo guhertina hin tiştan wê gavan biavêje.
- Rayeyên Barzanî
Mesûd Barzanî ragihandibû ew xwediyê gelek rayeyan e lê hemûyan bi kar nayîne. Lê YNK û Goran jî dixwazin "serokatiya herêmî" bila wek meqamê serokomariyê yê Iraqê temsîlî be û ji ber vê jî di şûna pergala "nîvparlementerî"yê de bila "tamparlementerî" bi cih bibe.
Li gor Qanûna Serokatiyê rayeyên Barzanî ev in:
Barzanî dikare der heqê pêşmergeyan de biryarê bide da ku bikarin li hundir û derveyî welêt beşdarî şer bibin yan na? Dikare bibe serfermandarê artêşê. Tayînkirina Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê, dozger û hakiman di destê wî de ne. Xwedî rayeya erêkirin û yan jî redkirina qanûnên ku parlemento derdixe ye. Biryarnameyên di hikmê qanûnê de derxistin jî mafê wî ye. Îlankirina efûya giştî, redkirina biryara dardekirinê û cezayê hepsê yê heta bi hetayê dayîn jî di nav mafên wî de ne. Dikare meqamên nû ava bike û îhdaskirina wan jî birêve bibe. Biryara avakirina hikûmeta berwext, redkirina serokwezîr û yan jî ji wezîran yek, rutbeya rayedarên polês û eskeran dayîn û wan ji wezifeyê dûrxistin jî dîsa di destê Barzanî de ne.
- "Di pratîkê de Barzanî rayeyên xwe bi kar nayîne"
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Marûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Rayeyên Barzanî gelek in lê heta niha di pratîkê de hemû bi kar neanîn. Pirî caran fikr û ramanên partiyan jî hilda û qirarên xwe bi parlementoyê re da. Mesela di şandina pêşmergeyan a ku derbasî Kobanêyê bûn de wisa tevgeriya. Kesên ku dixwazin rayeyên Barzanî kêm bikin li gor berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigerin.
- "Mesele ne qanûnî ye siyasî ye"
Serokê Koma PDKê ya Parlementoya HKIyê Umîd Xoşnav jî bal kişand ser hêla siyasî ya meseleyê û wiha pê de çû: "Ji ber vê jî divê hemû partiyên siyasî li ser vê meseleyê li hev bikin. Heta ku lihevkirin pêk neyê em ê beşdarî tu civînê nebin. Em ê beşdarî nîqaşên li ser pêşnûmaya qanûna ku divê serok ji hêla parlementoyê ve bê hilbijartin û rayeyên wî bên kêmkirin jî nebin."
- Ji PDKê daxuyaniya nivîskî
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hêla Buroya Siyasî ya PDKê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Li gor me heta hilbijartineke nû Serok Barzanî bila li ser wezifeya xwe be û em vê yekê qebûl dikin. Lazim e ku hemû rayeyên Barzanî di cihê xwe de bimînin. Ji bo vê jî divê em li hev bikin û kar û barên ku li gor qanûnan hewce dike bi cih bînin. Ev berpirsyariya me hemûyan e. Heke em li ser meseleyê li hev nekin wê demê gotina dawîn wê ji hêla gel ve bê dayîn. Em hemû divê wê demê hirmetê nîşanî biryara gel bidin. Ev mesele wê bi qirarê gel ve bê çareserkirin."
- Di parlementoyê de nîqaşên li ser pêşnûmaya qanûnî
Di vê navberê de YNK û Goran pêşnûmaya qanûnî ya ji bo guhertina "pergal û hilbijartina serok" pêşkêşî parlementoyê kirin û ev yek bû sedema nîqaşan. Serokê Komîsyona Qanûnî ya Parlementoya HKIyê Vala Ferît jî diyar kir ku ewê wê pêşnûmayê red bike û wiha dewam kir: "Ez pêşnûmaya qanûnî ya der heqê raye û hilbijartina Serok de red dikim. Ez ê vê pêşnûmayê nekim rewacê û projeya ku tê xwestin amade nekim. Lewra ev daxwaz ne qanûnî yeî siyasî ye."
Serokê Parlementoyê Yûsif Mihemed jî diyar kir ku heke Vala Ferît projeyê amade neke wê demê ewê rayeya xwe bike dewrê.
- YNK çi dixwaze?
Serokê Koma Parlementoyê yê YNKê Begerd Dilşad jî got: "YNK dixwaze dema wezifeya Mesûd Barzanî du sal bê dirêjkirin. Lê em dixwazin bila qanûna serokatiyê bê verastkirin û rayeyên serok jî bên kêmkirin û ji bilî vê jî hilbijartina serok jî bila ji bi destê parlementoyê ve bê kirin. Qewlê Barzanî hindik maye û wexta me kêm e. Em ê bixwazin ku bila Komîsyona Qanûnî ya Parlementoyê bicive û ji bo vê yekê projekê amade bike. Parlemento dikare rayeya xwe bike rewacê û ji bo hilbijartina serok rêyeke çareseriyekê bibîne."
Berdevkê Polîtburoya YNKê Îmad Ehmed jî destnîşan kir ku ji nû ve hilbijartina Mesûd Barzanî ji bo wan ne pirsgirêk e û ji bo nîqaş û fikrên ku tên parvekirin jî wiha axivî: "Partiyên siyasî yên li Kurdistanê ji bo verastkirina qanûna der heqê serokatiyê de gelek caran hatin bal hev. Hat dîtin ku di vê meseleyê de fikr û ramanên ji hev cihê hene. Lê di rûdana herî dawîn de hat dîtin ku hemû alî dixwazin serok ne ji hêla gel ve bila ji hêla parlementoyê ve bê hilbijartin. Di vê meseleyê de herkes li hev dike. Lê PDK ji bo hilbijartina serok a ku ji hêla parlementoyê ve bê kirin destûrê nade mekanîzmayan û pêşnûmayan erê nake. Pirsgirêka niha ew e ku wezifeya mekanîzmayên hilbijartinê yên di parlementoyê de ne diyar in."
Ehmed ragihand ku ev ne meseleyeke şexsî, meseleyeke neteweyî ye û wiha dewam kir: "Lazim e bingeha qanûnî bê amadekirin û li gor wê xebat bên kirin. Heke ev mesele di parlementoyê de hel bibe em ê vê yekê ji bo gelê xwe wek qezencekê binirxînin û piştgiriyê bidinê. Em hemû partî dixwazin ku bila pergala parlementeriyê bê lê di hilbijartina serok de nîqaş hene. Birayên me yên PDKyî qebûl nakin ku bila serok ji hêla parlementoyê ve bê hilbijartin."
- Helwesta Yekgirtûyê
Alîkarê Serokê Yakgirtûyê Mihemed Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meseleya hilbijartina serok de ew jî dixwazin ku ev yek bi destê parlementoyê bê kirin û sedemên wê jî wiha domand: "Wek partiyên din Yekgirtû jî dixwaze ku serok bila ji hêla parlementoyê ve bê hilbijartin. Di vê mijarê de ji tu partiyeke din pêşniyareke din nehat."
Mesûd Barzanî di sala 2005an de ji hêla parlementoyê ve hat hilbijartin û di sala 2009an de jî bi rayên gel ve wek serokê HKIyê hat hilbijartin. Dema wezifeya Barzanî di sala 2013an de qediya lê parlementoya HKIyê qewlê wezifeya Barzanî heta 20ê Tebaxê dirêj kir. Parlemento niha jî ji bo cara duyemîn qewlê wezifeya Barzanî dirêj bike hewl dide lê ji bo vê divê partiyên di parlementoyê de li hev bikin.
Di parlementoya Kurdistanê de 111 parlementer hene. Ji van parlementeran 38 yên PDKê, 24 yên Goranê, 18 yên YNKê, 10 yên Yekgirtû, 6 yên Komela Îslamê ne. Parlementerên mayîn jî yên partiyên biçûk û komên kêmnetewe ne.
news_share_descriptionsubscription_contact
