Haydar Şahin
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Recep Kiliçkapê (56) ku li Erxeniya navçeya Diyarbekirê dijî ev nîv sedsal e meslekê pînekirina solan a ku ji bavê wî maye didomîne.
Kiliçkapê ku di 14 saliya xwe da dest bi vî meslekî kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hetanî ku li ser xwe be ew ê meslekê bavê xwe bidomîne.
Kiliçkapê ku li ber destê bavê xwe karê pînekirina solan hîn bûye diyar kir ku 42 sal in bi kêfxweşî vî meslekî dike û wiha got, "Karê pînekirina solan zehf zor û zihmet e. Dibê bi baldarî bê kirin. Dibê wek orîjînala wê temîratê bikî. Ya rastî ciwanên me yên teze ji berê zêdetir orîjînaliyê dixwazin. Em wek berê nikarin çend mîxên solan lê bixin û bişînin. Dibê zef temîz temîratê bikin. Ez hemû temîratên solan dikim."
Kililçkap got ku meslekê pînekirinê li ber tunebûnê ye, di tengasiyê da dimînin nikarin zarekî ji bo ber destê xwe bibînin û vî karî hînî wî bikin.
Recep hoste got çi kar dibe bira bibe dibê meriv bi kêfxweşî wî karî bike û wiha pê da çû:
"Karê ku jê hez nakî, neke. Heke ji karekî hez bikî mişterî jî memnûn dibe, tu jî memnûn dibî. Karek bi tenê ji bo qezenckirina pereyan nayê kirin. Heke karekî temîz nekî nikarî mişteriyê xwe memnûn bikî. Carekê dikarî merivekî bixapînî, cara duduyan nikarî bixapînî. Piştî me dê kî vî karî bike ez nizanim. Xwedê miyeser bike hetanî ku li ser xwe bim ez ê vî karî bidomînim."