Dlshad Saifaalddin Ahmed
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Li Deriyê Sînorî Perwêzxan yê navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê çend roj in tetbîqateke eskerî ya hevbeş a Îran û Iraqê birêve diçe û tê çavnêrîkirin ku ev li hemû sînorê navbera Herêma Kurdistan û Îranê de bidome.
Deriyê Sînorî Perwêzxan 181 kîlometre dûrî Silêmaniyê ye û dikeve bakurê rojhilatê navenda bajêr. Ji aliyê Îranê ve jî dikeve sînorê Wîlayeta Kirmanşanê. Li gor texmînan ji sedî 40ê danûstendinên herdu aliyan li vî sînorî çêdibin.
Medyaya resmî ya Îranê îro qonaxa sêyem a tetbîqatê birêve diçe û hêzên Îran û Iraqê tê de beşdar in. Di vê tetbîqatê de helîkopter, wesayitên bizirx, topên curbecur û teqemenî tên ceribandin.
Tîma Ajansa Anadoluyê dîmenên li ser sînor kişandin û agahî ji şahidhalên bûyerê girtin. Li gor saloxdana şahidhalan roja berê di tetbîqatê de helîkopter, wesayitên bizirx û top hatine bikaranîn. Herwiha hêzeke mezin ji herdu aliyan gihîştine ser sînor û tirsa desteserkirina deriyê sînorî peyda bûye. Ji ber vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê jimareyeke zêdetir hêzên emnî şandin cihê bûyerê da ku rewşê raçav bike.
Halê hazir jimareyeke zêdetir zirpoş û hêzên eskerî li wî aliyê sînor hatine bicihkirin û li aliyê Herêma Kurdistanê jî çavdêriya rewşê tê kirin.
Rêveberê Ragihandina Deriyê Sînorî Perwêzxanê Aram Sayexan der barê mijarê de wiha agahî da peyamnêrê AAyê:
"Halê hazir rewşa sînor asayî ye. Li aliyê Îranê jî dest bi tetbîqateke eskerî kirine. Ji ber vê yekê do çûnûhatina bazirganî qederekê sekinî. Lê îro careke din dest pê kir."
Aram Sayexan diyar kir ku ew bi aliyê Îranê re li ser mijarê axivîne û wiha got:
"Aliyên Îranî temînat dane me ku tu metirsiyeke vê tetbîqatê li ser Herêma Kurdistanê çênabe, tenê ji bo demeke kurt çûnûhatin bazirganî radiweste."