Platforma Herikîna Gel a ku Hemdîn Sabbahî serokatiya wê dike û di hilbijartinên Serokomariyê yên 2012an de bibû 3yemîn, daxuyaniyeke nivîskî da û got "Ev yek bi awayekî eşkere mudaxaleyeke li ser hilbijartina serokomariyê û amadehiya birêvebiriyê ye. Ev yek li dijî destûr, demokrasî û kevneşopiya siyasî ye."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Konseya Bilind a Leşkeriyê di daxuyaniya xwe ya fermî de der barê namzediya Ebdulfettah es-Sîsî de gotina "rayedarkirin" hat bikaranîn. Di daxuyaniya fermî de hat gotin ku gelek aliyên gelê Misrê dixwazin ku Wezîrê Parastinê bibe serokomar û ev yek ji bo ku hêviyên gel xurt bikin kirin. Neguherandina vê gotinê jî tê wê wateyê ku Sîsî dê bi piştgiriya hêzên çekdar, heta dê wekî namzedê wan bikeve hilbijartinan."