Serokê Parlementoya Federal a Almanyayê Norbert Lammert ji ber binpêkirina mafên mirovan a li Misrê hevdîtina ku dê bi Serokomarê Misrê Ebdûlfettah es-Sîsiyê tê payîn ku meha bê Almanyayê ziyaret bike re bikira betal kir.
Li gor daxuyaniya ku ji parlementoyê hat dayîn Lammert ji Balyozxaneya Berlînê ya Misrê re nivîsek şand û wek hinceta betalkirina hevdîtina bi Sîsî re ya li meclisê geşedanên rojane yên li Misrê nîşan da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev demek dirêj e şûna ku wextê hilbijartinên parlementoyê bê diyarkirin, ev çendî meh in em dibîniin ku komên muxalif bi awayekî sîstematîk û girseyî tên girtin, biryarên mehkûmiyetê yên mawedirêj tên dayîn û Serokê berê yê Parlementoyê (Saad) Katatnî jî di nav de der heqê gelek kesên ku jimara wan mirov mat dihêle de biryara darvekirinê tê dayîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş piştgirî nade aştiya navxweyî ya welêt û pêşketina demokratîk a welêt û ji ber vê yekê jî Lammert niha tu palpişt nabîne ku bi Serokomar Sîsî re hevdîtinê bike.
Dawiya hefteya borî dozên "sixûrî" û "serdagirtina girtîgehan" hatibû dîtin û dadgeha Misrê dosyeya yekem serokomarê hilbijartî Mihemed Mûrsiyê ku bi derbeyê ji wezîfeya xwe hat dûrxistin jî di nav de dosyeyên 106 kesan ji bo ku der barê biryarên darvekirinê yên der heqê wan de nêrînên miftîtiyê hîn bibe, dosye şandibûn miftîtiyê.