09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
VARŞOVA
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir ku balafirên çavdêrî û hişyariya zû ya AWACSê ya ku wê di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê de bişînin di sehaya asîmanî ya navneteweyî û Tirkiyeyê de bifirin û bi vî awayî dê sehaya asîmanî ya Sûriye û Iraqê jî bişopîne.
Di zîrveya NATOyê ya li Varşovaya paytextê Polonyayê ya ku serokên hikûmet û dewletên welatên hevpar û endamên NATOyê tîne bal hev di roja duyemîn de Civîna Konseya Atlantîk a Bakur a NATOyê li dar xist.
Stoltenberg piştî civînê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku NATOyê di mijara fikarên ewlehiyê de temînat da Tirkiyeya ku herî zêde maye di bin tesîra qeyranên li Sûriye û Iraqê de.
Stoltenberg got ku li sehaya asîmanî ya Tirkiyeyê balafirên AWACSê difirin, patrîotên ku Îspanya û Îtalyayê şandine hene û pergalên parastina fuzeyê ya cureyê SAMP/T hene û diyar kir ku bi Tirkiyeyê re ji nêz ve dixebitin.
Stoltenberg got ku balafirên çavdêrî û hişyariya zû ya AWACSê ya ku wê di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê de bişînin di sehaya asîmanî ya navneteweyî û Tirkiyeyê de bifirin û bi vî awayî dê sehaya asîmanî ya Sûriye û Iraqê jî bişopîne.