Ömer Tuğrul Çam
12 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku piştî êrîşa Hemasê ya dijî Îsraîlê divê bersiva Îsraîlê maqûl be.
Stoltenberg piştî ku rûniştinên roja ewil a Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê qediya civîna çapemeniyê li dar xist.
Pirsa metirsiya li herêmê belavbûna pevçûna Îsraîl-Filistînê heye yan na ji Stoltenberg pirsîn. Stoltenberg li ser vê diyar kir ku Îsraîl dawiya hefteyê rastî êrîşên terorê hat, mirovên mesûm mirin û mafê Îsraîlê heye ku hember êrîşên terorê yên bi vî awayê xwe biparêze.
Stoltenberg got ku "Ez hêvî dikim bersiva ku Îsraîl bide maqûl be. Dema ev pevçûn didomin jib o ku pêşî li mirina sivîlên mesûm bê girtin girîng e ku Îsraîl çi ji destê wî bê bike."
Stoltenberg destnîşan kir ku welatên dijminê Îsraîlê divê rewşa pevçûnê neemilînin û bi bîr xist ku Amerîkayê li herêmê eskerên xwe zêde kirin.