Abdullah Tel
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
BUKREŞ
Serokê Asambleya Parlementeran a NATOyê Paolo Allî got ku NATO ji ber zêdebûna terorîzma li Efxanistanê di nav qisawetê da ye.
Allî li Bukreşa paytexta Romanyayê daxuyanî da ajansa Associated Pressê û got: "Yekîneyên NATOyê di sala 2014an da ji Efxanistanê vekişîn û ji ber terorîzma piştî vê li wir zêde bû bi qisawet in. Tiştên li Efxanistanê diqewimin biçûk nebînin lewra piştî vekişîna yekîneyên me li wir em dibînin ku terorîzm zêde bûye."
Di berdewamiya axaftina xwe da Allî destnîşan kir ku piştî vekişîna yekîneyên NATOyê yên ji Efxanistanê Talibana rêxistina terorê li welêt herêmên hilda bin kontrola xwe zêde kir.