Sevim Hatun
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Mustafa Tuna ragihand ku digel Meclisa Şaredariyê biryar da ku navê kolan û kuçeya li ber Balyozxaneya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ya Enqereyê biguherînin.
Tuna li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku di civîna salê ya ewil a Meclisa Şaredariya Mezin de biryar dan ku navê kolan û kuçeya li ber Balyozxaneya Enqereyê ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî biguherînin û bikin "Fahreddin Paşa."
Hat ragihandin ku wê tabela kuçeyê ya li ser "Kuçeya Fahreddin Paşa" nivîsandî sibê were daliqandin.