Haydar Şahin
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
İSTANBUL
Îshaq Cîhangiriyê Alîkarê Ewil ê Serokomarê Îranê diyar kir ku gel pirsgirêkên aborî, siyasî û çandî dikişîne û got: "Dibê hêviyên gelê Îranê werin bicîanîn".
Cîhangirî di merasima salvegera mirina Ayetullah Haşimî Refsencaniyê Serokomarê Îranê ya ku li Salona Konferansê ya Serokan li Tehranê hat lidarxistin da axivî û protestoyên ku di 28ê berfanbara 2017an da dest pê kirin û bi qasî hefteyekê dewam kirin nirxandin.
Cîhangiriyê Alîkarê Ewil ê Serokomar got: "Pirsgirêkên gelê me yên wek aborî, siyasî û çandî hene. Nîqaş, fikar û îtiraz ji bo pêşeroja Îranê ne."
Cîhangirî got: "Dibê hêviyên gelê Îranê werin bicîanîn" û wiha pê da çû:
"Ji bo ku îtiraz venegerin tundî û rikdariyê dibê em deriyên ragihandinê vekirî bihêlin. Ev mijar zirarê dide yekîtiya welêt. Rêya çareserkirina pirsgirêkên welêt diyalog e."
Cîhangîrî diyar kir ku Refsencaniyê Serokomarê Îranê yê berê pirsgirêkên gel fehm dikir, dema ku têkiliyên Îranê bi welatên ereban ra herî baş bûn dema serokomariya Refsencanî bû."
Di 28ê berfanbara 2017an da hin çalakvanan li Meşheda bajarê Îranê bihabûna li welêt, bêkarî, feqîrî û pirsgirêkên din protesto kiribûn. Di demeke kin da çalakî vegeriyan protestoyên li dijî rejimê.
Hatibû ragihandin ku di çalakiyên li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak û Hurem Abadê da ji 20î zêdetir kes hatin kuştin ji hezarî zêdetir çalakvan jî hatin binçavkirin.
Refsencaniyê ku Serokatiya Konseya Teşxîsa Mesleheta Nîzamê ya Îranê birêva dibir û di navbera salên 1989 û 1997an da ji bo du heyaman Serokomartiya Îranê kiribû di 8ê rêbendana 2017an da miribû.