WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku hêzên koalîsyona ku pêşengtiya wê Amerîka dike, navê operasyonên ku li dijî hedefên DÎŞIyê tên kirin danîn "Biryardariya Siruştî".
Li gor daxuyaniya CENTCOMê rayedarên fermandariyê navê operasyonan danî "Biryardariya Siruştî" û wiha hat gotin: "Navê opersayonê ji bo hemû operasyoyên ku Amerîka ji 8ê tebaxê û vir ve dike, derbas dibe."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev nav teahûda neteweyên ku bi Amerîkayê re şirîk in dide nîşan da ku DÎŞIya ji bo civaka navneteweyî tehdît e ji holê bê rakirin.