Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a Suriyeyê Salih Mûslim diyar kir ku operasyonên hêzên koalîsyonê yên li ser hedefên DÎŞIyê gelekî bi kêrî wan hatin û wisa hêvî dikin ku di demeke kurt de mizgîniya rizgarbûna Kobanêyê bidin hemû dinyayê.
Mûslim li Dihokê di otêlekê de bi siyasetmedarên kurd ên sûriyeyî re hevdîtin kir û paşê jî daxuyanî da rojnamegeran.
Mûslim destnîşan kir ku ew li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî hat Iraqê û wiha pê de çû: "Şer niha bere bere bi serketina me ve didome. Operasyonên hêzên koalîsyonê yên li ser hedefên DÎŞIyê gelekî bi kêr in. Em wisa hêvî dikin ku di demeke kurt de mizgîniya rizgarbûna Kobanêyê bidin hemû dinyayê."
Mûslim alîkariyên HKIyê yên ku ji Kobanêyê re tên şandin jî kêm dît û got ku daxwaza wan ew e alîkarî û piştgirî zêdetir bên kirin.
Ji bo îdiayên ku dibêjin PYD li Sûriyeyê nahêle komên kurd ên din têbikoşin Mûslim got: "Me derî li tu kesî negirtiye û rêya wan nebiriye. Derî vekirî ne û kî bixwaze dikare li Sûriyeyê têbikoşe. Lewra şer bi tenê ne li Kobanêyê, li Serêkanî heye û li cihên din jî didome. Kesên dixwazin piştgiriyê bidin dikarin herin li wan deveran jî şer bikin. Kesê ku bixwaze xwe biparêze li benda destûra tu kesî nasekine. Kesên ku dixwazin welatê xwe biparêzin bila kerem kin şer bikin."
Mûslim îdia kir ku Tirkiyeyê wezîfeyên xwe yên cîrantiyê bi cih neanîn û wiha pê de çû: "Em wisa hêvî dikin ku di rojên pêş me de Tirkiye li cem hêzên koalîsyonê cih bigire û îspat bike ku li dijî DÎŞIyê ye."
Mûslim qala hevdîtinên xwe yên li Enqereyê jî kir û destnîşan kir ku ne bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin kiriye.
Der heqê naveroka hevdîtinê de jî wiha got: "Li wê derê gotin ku ew ê operasyonan bibin ser DÎŞIyê. Diyar kirin ku DÎŞI talûkeyek û gefeke mezin e."