Türkan Tosun
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
ESKIŞEHÎR
Serokwezîr Yildirim: "(Der barê êrîşa biçek a Las Vegasa bajarê DYAyê de) Hûn ji kîjan aliyê va dinêrin binêrin, navê wê çi dibe bila bibe ev wehşet e, cînnet e. Ez bi wesîleyê dibêjim rehmet li wan kesên ku mirine be û ji birîndaran re şifayê dixwazim. Vê bizanibin ku gelê tirk ji dil êşa gelê Amerîkayê parve dike."
Serokwezîr Yildirim: "Di sala 2002an de der barê parastina pîşesaziyê de li ser 66 projeyan xebat dihat kirin, lê îro em li ser 543 projeyan dixebitin. Bihayê budçeyê ya giştî ya van projeyan 60 milyar dolarî ye. Ji bona di warê teknolojiya esmanî û fezayê da welat pêş bikeve, ewlehiya neteweyî pêk were, tesbîtkirina çavkaniyên siruştî bê kirin û di refaha gel da bê emilandin me biryar da ku Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê bê avakirin. Me ev biryar wek pêşnûma şand Meclisê. Di vê heyamê da înşeallah wê Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ava bibe."
Serokwezîr Yildirim: "Armanca me ne ew e ku em bi kesî re şer û pevçûnê bikin. Lê belê li dijî yekîtiya welatê me, bihevrebûna me, ewlehiya me ya netewî tehdîdek hebe, lazim e em li hemberî vê herî baş tedbîrên xwe bigirin."