ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz beşdarî bernameya Têlevîzyona Haberturkê bû û derbarê rojevê de daxuyanî da.
Yildiz li ser pirsa nefta Herêma Kurdistana Iraqê ya ku dê ji bazara navteweyî re bê şandin got:
"Berpirsiyariyên her aliyan hene. Her kes mecbûr e ku li gor berpirsiyariya xwe tevbigere. Heke ku neft ji Iraqê derbikeve, em ê vê neftê bişînin derve. Çiqas derbikeve em ê ew qas bişînin. Nefta Iraqê varîlek be jî bêyî Bexdayê nayê îxrackirin. Ev neft ya Iraqê ye. Bakur, başûr ferq nake. Neft çiqas derbikeve kifş e. Bihayê wê Bexda kifş dike. Em nefta ku tê Ceyhanê depo dikin. Nefta ku hat Ceyhanê nêzî 400 hezar varîlan e. Tirkiye li ser sozê xwe disekine û bi cih tîne."