Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz: "Heta niha em negihîştine tu birayekî xwe."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Yildiz li Ermenekê piştî qezaya kanê der barê xebatên xilaskirinê de wiha axivî: "Min do jî got, karê me hêsan nîne. Ez îro dîsa jî dubare dikim, ji me re dem lazim e. Niha ciyê ku em gihîştinê li gor texmînên me noqteyeke zor û zehmet e."
Yildiz der heqê ciyê ku tê texmînkirin karker di wir de bin jî wiha got: "Îro wê bikevin wan ciyan. Ji ber ku oksîjen, xaza metanê û karbondîoksît zêde ye divê em bi baldarî bixebitin. Duh keşfek hat kirin, lê heta niha em negihîştine tu birayekî xwe."