Şerife Çetin
23 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşa dijî Turkeviyê şermezar kir û xwest ku meqamên li New Yorkê bi berfirehî lêkolîna bûyerê bikin.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Farhan Haq pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê êrîşa dijî Turkeviyê da bi nivîskî bersivand.
Haq li ser pirsa "Duh êvarê dijî Turkeviyê ya ku hem Serkonsolosxaneya New Yorkê û hem jî Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê tê da ye êrîşek hat kirin. Turkevî li hemberî avahiyê NYyê ye. Berteka we ya dijî vê êrîşê çi ye?" wiha got: "Em êrîşên dijî hemû mekanên dîplomatîk şermezar dikin û em bendê ne ku meqamên li New Yorkê bi berfirehî lêkolîna bûyerê bikin."
- "Em bendê ne ku DYA failên êrîşê bilez tesbît bike"
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyandibû ew bendê ne ku Amerîka failên êrîşa dijî Turkeviya li New Yorkê bilez tesbît bike û nûnertiyên Tirkiyeyê yên dîplomatîk biparêze.
Çavuşoglu der barê êrîşa dijî Turkeviyê ya li New Yorkê da daxuyaniyek weşandibû û wiha gotibû: "Em bendê ne ku DYA failên êrîşê bilez tesbît bike û wek welatê xwediyê malê nûnertiyên me yên dîplomatîk bi parastina ku hewce dike va biparêze. Ez hempîşeyên xwe yên pêvajoya hilbijartinê di serî da her cure xizmetê bi dilsozî didin ra dibêjim derbasî be."
- Xesara madî çêbûye û tu kes birîndar nebûye.
Konsolosê Tirkiyeyê yê New Yorkê Reyhan Ozgur der heqê êrîşa dijî Turkeviyê da daxuyanî dabû peyamnêrê AAyê û diyar kiribû ku di êrîşa dijî Turkeviyê da bi tenê xesara madî çêbûye û tu kes birîndar nebûye.
Konsolos Ozgur gotibû bûyer bi saeta herêmî di saet 03.14an da çêbûye, kesekî nasnameya wî nediyar nêzîkî Turkeviyê bûye û bi lewiyeya di dest xwe va li derî û paceyên Turkeviyê şikênandiye.
Ozgur diyar kiribû ku di êrîşê da 2 paceyên deriyê Konsolxaneyê û 10 camên eniyê bi tevahî 12 cam hatine şikandin û wiha dewam kiribû: "Di kêliya bûyerê da demildest Teşkîlata Polêsan a New Yorkê hat agahdarkirin û polês hatin cihê bûyerê. Êrîşkarê ku nasnameya wî ne diyar e, di êrîşê da lewyeya hesin hiştiye û çûye. Me ji miqamên herêmî ra got ku em li benda girtina êrîşkar in."
Ozgur daxuyandibû ku tesîra vê êrîşê wê li ser tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê çênebe.