Şerife Çetin
22 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Ajansa Anadoluyê (AA) xwe gihand dîmenên kameraya ewlehiyê ya êrîşa dijî Turkeviyê ya li New Yorkê.
Di dîmenan da tê dîtin ku yekî kincên reş li xwe kiriye û şewqeyekî reş daye serê xwe di destê wî da hesinek ber bi avahiyê Turkeviyê tê.
Êrîşkar hinekî li dû wesayîteke ku sekiniye xwe egle dike û paşê bi hesinê destê xwe va paceyan dişkîne.
Dî dîmenan da tenê êrîşkarek xuya dike.
- Bendê ne ku êrîşkar bê girtin
Konsolosê Tirkiyeyê yê New Yorkê Reyhan Ozgur der heqê êrîşa dijî Turkeviyê da daxuyanî dabû peyamnêrê AAyê û diyar kiribû ku di êrîşa dijî Turkeviyê da bi tenê xesara madî çêbûye û tu kes birîndar nebûye.
Konsolos Ozgur gotibû bûyer bi saeta herêmî di saet 03.14an da çêbûye, kesekî nasnameya wî nediyar nêzîkî Turkeviyê bûye û bi lewiyeya di dest xwe va li derî û paceyên Turkeviyê şikênandiye.
Ozgur diyar kiribû ku di êrîşê da 2 paceyên deriyê Konsolxaneyê û 10 camên eniyê bi tevahî 12 cam hatine şikandin û wiha dewam kiribû: "Di kêliya bûyerê da demildest Teşkîlata Polêsan a New Yorkê hat agahdarkirin û polês hatin cihê bûyerê. Êrîşkarê ku nasnameya wî ne diyar e, di êrîşê da lewyeya hesin hiştiye û çûye. Me ji miqamên herêmî ra got ku em li benda girtina êrîşkar in."
Ozgur daxuyandibû ku tesîra vê êrîşê wê li ser tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê çênebe.