İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Mandla Mandelayê neviyê Serokê Dewletê yê ewil ê reşik ê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela bangî Filistîniyan kir ku li dijşî "rejima apartheid" a Îsraîlê rêya Afrîkayiyên Başûr bişopînin û wiha dewam kir: "Em ji dinyayê ra dibêjin ku me çawa ku rejima apartheid a li Afrîkaya Başûr têk bir, em ê bikaribin rejima apartheid a li Îsraîlê jî têk bibin."
Mandla Mandelayê neviyê Nelson Mandela daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Afrîkayiyên Başûr li welatên xwe bi salan di bin rejima apartheid (cudakariya nijadî) da jiyan, lê wan bi yekîtiyê ev têk bir û serkeftî bûn.
Mandela got, "Ji bo ku em hemû gelên Afrîkaya Başûr ên tehde lê dihatin kirin di nav sînorên neteweyî da bigihînin hevdu, hevce kir ku em sefên xwe rast bikin. Em bûn yekdeng. Zext bû wesîle ku em stratejiya xwe xurt bikin."
Mandla Mandela wisa bawer dike ku têkoşîna ku Afrîkaya Başûr li dijî serdestên spî-kêmnetew da ji bo Filistîniyên bi salan e li ber îşxala Îsraîlê berxwedanê dide, modelek e.
Mandela got, "Em îro dibin şahidê qirêjiya rejima apartheid a li Îsraîlê. Em ji dinyayê ra dibêjin ku me çawa ku rejima apartheid a li Afrîkaya Başûr têk bir, em ê bikaribin rejima apartheid a li Îsraîlê jî têk bibin. Em bangî Filistîniyan dikin ku bibin yek. Divê dev ji partîzaniyê berdin û werin cem hev û bibin yek."
Mandela bangî Filistîniyên dîasporayê kir ku zilma ser Filistîniyan îfşa bikin û ji bo vê bixebitin û wiha dewam kir, "6 milyon Filistînî mişext in û ev ji bo ku li her derê dinyayê lobiyê bikin, dikarin bibin qasidên jêhatî.
Mandla Mandela ji aliyekî din va jî bangî Filistîniyan kir ku ji biryarên Neteweyên Yekbûyî yên ku apartheidê sûcdar dikin bi kar bînin û wiha dewam kir, "Apartheid sûcekî kurewî ye û wezîfeya me ye ku em rûyê wê yê kirêt bi taybetî ya li Îsraîlê, bidin her cure mehkemeyan (navneteweyî)."