Akdogan li Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê bangî Serokên Borse û Odeyan ên Herêma Rojhilata Anadoluyê kir.
Akdogan diyar kir ku serokên odeyan ji nav sektora reel tên û girîngiya aboriyê gelekî baş dizanin. Akdogan got ku îstiqrara aboriyê bi îstiqara demokratîk ve berdewam dike, bingeha her duyan jî aramî û ewlehî, bingeha ku mafên bingehîn dikarin wir bijîn e. Akdogan qal kir ku bêyî aramî û ewlehiyê pêşketin, pêşketina aboriyê û demokratîk çênabe û destnîşan kir ku ji vî aliyî ve pêvajoya çareseriyê gelekî girîng e.
Akdogan got ku bi pêvajoya çareseriyê gihaştin merheleyeke girîng û wiha axivî:
"Daxuyaniya ku me bi lijneya HDPyê re eşkere kir û destnîşankirina çekdanînê ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng e. Em berî her tiştî divê vê yekê qebûl bikin; cihê axaftin, nîqaşkirin û çareserkirina her cure pirsgirêkê siyaset e. Demokrasiya me îro hatiye qabîliyet û derfeteke wisa ku dikare her cure pirsgirêkê çareser bike. Pêşxistina vê yekê di destê me de ye. Ji demokrasiyê bawerkirin, bingeha her tiştî ye. Di tariyê de ronahî tune. Heke ronahî hebe tarî tune. Demokrasî ronahiya ku tariyê ji holê radike ye. Heke demokrasî hebe cihê çekan tune. Heke çek hebe hewceyî bi demokrasiyê tune. Ez wisa difikirim ku Newroz dê di vê pêvajoyê de bibe merheleyeke girîng. Em ê înşallah di Newrozê de hemû pevçûn, şidet û çekan di agirê demokrasiyê de bişewitînin û hemû bi hev re xwe ji ser agirê demokrasiyê re biavêjin."
Arîkarê Serokwezîr Akdogan diyar kir ku pirsgirêka ku 44 hezar mirov jê mirin divê bi hevkarî bê çareserkirin û got ku di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve li ser milên her kesî.
Akdogan got ku rêxistinên civaka sivîl di pêvajoyê de muxatabên girîng in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em di rewşeke wisa de ne ku nikarin ji axaftin û nîqaşkirina tu mijarê birevin. Dikarin nêrînên herî radîkal, fikrên ku em hîç qebûl nakin jî li ser bingeha demokrasiyê bi awayekî azad bên axaftin. Ji ber vê yekê demokrasî rejima tehamulê ye. Di pêvajoya çareseriyê tu tiştekî ku ji gel hat revandin tune û dê nebe jî. Em vê pêvajoyê bi riza û piştgiriya gel berdewam dikin. Pêngavên mezin jixwe bi vîna parlementoyê tên tetbîqkirin. Ango nikarin ji parlementoyê jî tiştekî birevînin. Bila dilê her kesî di wê mijarê de rehet be. Destûr Bingehîn a nû dê di çareseriya pirsgirêkên me yên kronîk de bibe derfet û bingeheke girîng. Em divê bêyî ku vê mijarê bikin qurbanê hilbijartinê, nakokiyên nelicî û polemîkên siyasî divê bi rê ve bibin."
- "Pêvajo çareseriyeke wisa ye ku tu alî jê têk naçin"
Yalçin Akdogan got "Wek AK Partî em her dem dibêjin ku 'Heke Tirkiye bi ser bikeve em amade ne ku têk biçin.' Pêvajo çareseriyeke wisa ye ku tu alî jê têk naçin. Ya dibe sedem ku hemû alî têk biçin pirsgirêk in."
Akdogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu carî pevçûnên ku bingeha wan etnîk in çênebûn û wiha axivî:
"Dîroka biratiya kurd û tirkan ji hezar salî wêdetir e. Pirsgirêkên ku di rabirdûyê de qewimîn nekarîn ku şehtê li yekîtiya me ya civakî, bihevrebûn û biratiya me bidin. Ev dewlemendiyeke mezin e. Em mecbûr in ku hemû bi hev re vê yekê xurt bikin û pêş bixin. Me wek AK Partî paradîgma guherand. Em bi biryarî çûn ser pirsgirêkan. Lê belê heta şoreşa hişmendiyê neyê kirin pirsgirêkên mezin nayên çareserkirin. Di vê mijarê de her kes divê ji guherîneke erênî derbas bibe."
Akdogan bal kişand ku mirov nikare aliyê sosyoekonomîk ê pirsigrêkê biçûk bibîne û got "Di rastiya xwe de yek ji sedemên ku pirsgirêkê mezin dike jî aliyê sosyoekonomîk ê pirsigrêkê ye. Helbet aliyê siyasî yê pirsgirêkê girîng e. Ango red, înkar, polîtîkayên asîmîlasyonê û dawîlêanîna van yekan. Rêzgirtina li hember mirov bi tasfiyekirina cudahiya siyasî û aborî mimkûn e."
Akdogan destnîşan kir ku bi vê armancê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê heta îro bi qasî 166 milyar lîreyê veberhênan kirin û ev gotin:
"Di sala 2002yan de para veberhênanê ya van herêmên me ji sedî 7 bû. Di sala 2014an de ev rêje derket ji sedî 15an. Plana Çalakiyê ya GAPê ya nû ya ku Birêz Serokwezîrê me eşkere kir, veberhênaneke bi qasî 27 milyar lîreyê pêş dibîne. Em dikarin bibêjine vê 'Projeya Aştiyê.' Em wek hikûmet ji gelek aliyan ve li ser mijarê disekinin. Em bi niyeteke baş û ji dil hewl didin ku bigihêjin çareseriya dawîn. Ez divê vê jî destnîşan bikim. Xwediyê vê pêvajoya îqtidara AK Partiyê ye. AK Partî çiqas hêzdar be dê pêvajo ewqasî bi lez pêş bikeve, çêkirina destûra bingehîn a nû dê ewqasî hêsan be. Ji ber vê yekê pirsa ku partiyên din çi ne, girîngtir ew e ku ka AK Partî çiqasî hêzdar e. Ez wisa difikirim ku divê her kes jî vê yekê fehm bike."
Akdogan da zanîn rola ku dê rîspiyên li herêmê û rêxistinên civakî yên sivîl gelekî girîng in û got "Dema em bi hevkarî demokrasiyê mezin bikin, em ê bibînin ku pirsgirêk biçûk bûne."
Yalçin Akdogan bi bîr xist ku dê îro beşdarî civîna Pêvajoya Çareseriyê ya ku dê di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de bê kirin be û wiha axivî: "Vir dê derfeta me çêbe ku em mijarên ku hevalên me yên ji herêmê hatin ragihandin me û raporên ku wan dan me bibin civîna Pêvajoya Çareseriyê."
-"Veberhênan, îstihdam û îxracat bêtir hat axaftin"
Serokê TOBBê Rîfat Hîsarciklioglu jî got ku di dawiya payîza borî de hewl dan ku lîstikeke qirêj bilîzîn, serokên ode û borseyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat bi eqlêselîmî tevgeriyan û destûr nedan ku nîfaqê bixin nav gel.
Hîsarciklioglu destnîşan kir ku di van çenda salên dawîn de atmosfera aramiyê xurt bû û bi vê xurtbûnê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê veberhênan, îstihdam û îxracat bêtir hat axaftin û ji bo dahatûyê hêvî çêbûn.
Civînê ji bo çapemeniyê girtî dewam kir.
news_share_descriptionsubscription_contact
