ŞANLIURFA
Xozneber (Noqav) eleqeyeke mezin nîşanî Xelfetiya navçeya Rihayê ya ku di bin ava Bendava Bîracikê de ma didin.
Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê li herêmê rewşeke bi hizûr aramî derkete holê. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî çand û berhemên dîrokî yên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê didin.
Di çarçoveya GAPê de bendavên Qiralqizî, Dicle, Batman, Keban, Qereqeye, Ataturk, Bîracik û Karkamişê hatin çêkirin û gelek cî di bin avê de man.
Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cîttaslowê ji vir 2 sal berê Xelfetî tev lîsteya "Bajarê Aram" kiribû lê belê bajar niha di bin avê de ye. Îsal xozneber eleqeyeke mezin nîşanî bajarê ku di bin avê de maye didin.
Navçe wek "Cineta veşartî" tê navkirin, li bendêne kuXelfetî di nav çend salan de bibe navendeke xozneberiyê ya Tirkiyeyê ya girîng. Ziyaretvanên ku ji bo dîtina berhemên dîrokî tên navçeyê bi tûpên bin avê ve xwe berî bendavê didin.
Serokê Kuluba Diving Teamê a Stenbolê û wênekêş Mahmut Akkaya bi 40 kesan re xwe berî avê da.
Akkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ku xwe berî avêdin ji Stenbolê hate Xelfetiyê.
Akkaya destnîşan kir ku cihên ku hê nayên zanîn zêdetir bala xozneberan dikişînin, li herêmê gelek berhemên dîrokî di bin avê de ne.
Akkaya got ku Xelfetî cihekî zehf girîng e û dibê hemû xozneber vê derê bibînin û wiha pê de çû:
"Xelfetî di bin avê de gelek xweş xuya dike. Di organizasyonê de me ji kulûbên bin avê yên herêmê gelek piştgirî sitand. Em bi ekîbeke ku ji 40 kesî pêk tê ve hatin vê derê lê belê herî kêm 150 kes me tevlî vê organîzasyonê nekir. Em ê van gerên xwe bidomînin. Ez bawerim ku dê ji Stenbolê gelek kulub werin vê derê."