Abdullah Tel
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
ANKARA
Li gor daneyên Fona Nifûsê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sedî 12,3yê nifûsê dinyayê ji kesên emrê wan di ser 60î da ye (kal û pîr) pêk tê. Tê payîn ku heta sala 2030yî hejmara kal û pîran wê di nav nifûsê dinyayê da ji sedî 16,5 û di sala 2050î yî da jî ji sedî 22 be.
Ji ber daketina rêjeya welidînê û pêşketinên di qada tipê da nifûsê kal û pîran li çar aliyê dinyayê zêde dibe.
Di rapora NYyê ya ku di sala 2015an da hat weşandin hejmara kesên emrê wan 60 û ser 60î da ye her diçe pir dibin û ev rêje di salên pêş da jî wê zêdetir bibe.
Ji sala 2015an vir va kal û pîrên li ser rûyê dinyayê dijîn 900 milyonî pêk tê. Li gor texmînan ev reqam di sala 2030yî da wê bibe 1,4 milyar û di sala 2050yî da jî wê bibe 2 milyar.
Di encamên rapor û texmînên tên kirin da xuya dike ku nifûsê kal û pîran wê beriya sala 2050yî ji nifûsê ciwanan zêdetir bibe.
- Li welatên pêşketî nifûsê kal û pîran zêdetir e
Japonya bi nifûsê kal û pîran va di nav welatên dinyayê da bi rêjeya ji sedî 33yan va di rêza ewil da cih digire. Piştî Japonyayê herêma herî zêde kal û pîr lê hene parzemîna Ewropayê ye.
Li Ewropayê jî dema miqayese tê kirin li Almanyayê di nav nifûsê giştî da rêjeya kal û pîran ji sedî 28 e, heman rêje li Îtalyayê jî heye, ev rêje li Fînlandiyayê ji sedî 27 e. Portekîz, Bulgaristan, Swêd, Letonya, Malta, Fransa, Danîmarka û Xirvatistan jî di nav welatên rêjeya kal û pîr lê zêde ne da cih digirin.