İdris Okuducu
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî anî ziman ku dema dahatên neftê yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bê kontrolkirin îdî wê bê rawestan û jêbirîn bên dayîn.mehaneyên memûran
Ebadî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, "Weke hemî Iraqiyan emê welatiyên xwe yên kurd jî biparêzin û emê nehêlin ji êrîşan re rûbirû bimînin. Hûn (kurd) çîna yekem a Iraqê ne."
Ebadî destnîşan kir ku wê nehêlin zirarek bigihîje kurdên li Iraqê û wiha pê de çû:
"Emê gezek nan li hev par bikin. Hikûmeta Fedaralî ya Iraqê dema dahatên petrolê (yê HKIyê) kontrol bike, îdî wê bê rawestan û jêbirîn mehaneyên memûran (yên li HKyê) bide û bi vê sayê wê pêşiya gendeliyan bigire."
Hikûmeta navendî ya Iraqê, îxrackirina neftê ji aliyê HKIyê ve dide ber xwe û ji meha yekem a 2014an ve budceya HKIyê dibire û mehaneyên memûrên li HKIyê nade.