Islam Doğru
22 Sibat 2022•Rojanekirin: 23 Sibat 2022
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew ji ber biryara Federasyona Rûsyayê ya der heqê statuya herêmên Donetsk û Luhansk a Ukraynayê da bi fikar in û ragihand ew biryar li gorî hêmanên Şerta NYê nînin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Sekreterê Giştî Stepheane Dujarric weşand da Guterres bang kir ku bila gelemşeya rojhilatê Ukraynayê gorî Peymana Mînskê ya bi jimara 2202an a sala 2015an a Konseya Ewlehiya NYê û awayek aştiyane bê çareserkirin.
Di daxuayniyê da hat gotin ku ji ber biryara Rûsyayê fikareke mezin çêbû û daxuyanî wiha dewam kir: "Sekreterê Giştî wisa difikire ku biryara Federasyona Rûsyayê binpêkirina serdestî û yekîtiya axa Ukraynayê ye û li gorî hêmanên Şerta Neteweyên Yekbûyî jî nîne."
Hat gotin ku NY wê serdestiya Ukraynayê û sînorên wê yên di qada navneteweyî da hatiye qebûlkirin wê biparêze û ji hemû aliyan hat xwestin ku bila ji hewlên gelemşeyê zêde bikin dûr bisekinin û ji bo çareserkirina bi aştiyane jî girîngiyê bidin rêyên dîplomatîk.