Cuma Sarı
26 Mijdar 2026•Rojanekirin: 26 Mijdar 2026
Li Sîwerêga navçeya Şanliurfayê di navbera du koman da şer derket, 6 kes birîndar bûn.
Li Taxa Yenîşehirê di navbera du koman da ji ber sedemeke hê ne diyar e nîqaş derket û paşê veguherî şerê ku kevir, dar û çek hatin bikaranîn.
Li ser îxbarê polês û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di şer da 2 kes ji ber çek û 4 kes jî ji ber kevir û daran birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwerêgê.
Polêsan li cihê bûyerê lêkolîn kir û 4 kesên tevî şer bûne binçav kirin.