NY ji peymana Sûriyeyê kêfxweş e

Geneve
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen ragihand, ew kêfxweş bûn ku peyman hat îmzekirin û bakurê rojhilata Sûriyeyê wê entegreyî rêvebiriya Sûriyeyê bibe.
Pedersen der barê mijarê da li ser platforma Xê ya medyaya civakî nivîsî.
Pedersen diyar kir, peymana ku tê pêşbînîkirin bakurê rojhilata Sûriyeyê wê entegreyî rêvebiriya Sûriyeyê bibe, ew kêfxweş kirin û wiha dewam kir:
"Em hêvî dikin ku peyman li gorî rêgezên bingehîn ên biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê ku jimara wê 2254e, piştgiriyê bide qanûneke bingehîn. Her wiha em hêvî dikin ku peyman piştgiriyê bide pêvajoyeke berwext a siyasî ku berfireh, pêbawer, şamil be û rê li ber hilbijartinên azad û adil veke."
- YE jî kêfxweş e
Der barê mijarê da ji ofîsa Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Dereke û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê jî daxuyaniya nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ji bo peymana navborî kêfxweş bûn û wiha hat gotin: "Ev peyman dikare rê li ber îstiqrara ku zêde dibe veke û seba gelek Sûriyeyiyan rêya pêşerojeke baştir veke. Em aliyan teşwîq dikin ku li ser sepandinê bixebitin û ji bo piştgiriyê em amade ne."