Islam Doğru
06 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2025
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku Îsraîliyên ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî axa Filistîniyan xesb kirine îsal rojane kêmzêde 5 êrîş kirine û bangî Îsraîlê kir ku "wek hêza dagirker di mijara parastina sivîlan da guh bide hiqûqa navneteweyî."
Stephane Dujarrîcê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di civîna çapemeniyê ya rojane da agahî dan.
Dujarrîc diyar kir ku êrîşên Îsraîliyên ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî axa Filistîniyan xesx dikin "bênavber" dewam dikin û got ku "Îsal heta niha li Şerîaya Rojava dijê 270 cî û waran ji hêka niştecihên Îsraîlî va 1680 êrîşên ku bûne sema mirin yan jî xisarê hatine belgekirin."
Dujarrîc destnîşan kir ku ev reqam tê wê wateyê ku rojane 5 êrîş tên kirin û got ku "Îsraîl wek hêza dagirker ji hêla qanûnê va berpirsyar e ku li Şerîaya Rojava sivîlan biparêze, nîzam û ewlehiya kamuyê pêk bîne."